25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymaniya Kurdistan: Firotina nefta Iraqê diziye ne ya Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info-Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser proseya firotina petrola Kurdistanê li bazarên cîhanê êrîşî Herêma Kurdistanê kir û ew prose we “diziyê” bi nav kir, firakisyona Hevpeymaniya Kurdistanê di parlamentoya Iraqê de jî dibêje: “Firotina petrola Iraqê diziye, ji ber ku ev 10 salin siyaseta firotina petrola Iraqê merkeziye û xelkê Iraqê tu mifayê jê nabînin.”

 

Muhsin Sedûn, cîgirê serokê firakisyona Hevpeymaniya Kurdistanê di parlamentoya Iraqê de, ji KDP.info re ragihand: “Destûrê Iraqê û di madeya 112 de mafê firotina petrolê daye Herêma Kurdistanê û bi tu awayê ev prose ne diziye û  Kurdistan bi eşkere petrolê difroşe, û diyare ku hemû xelkê Iraqê mifayê ji wê proseyê dibînin.”

Sedûn got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare zêdetir li hêviya Bexdayê bimîne, dixazin ku kêşeya petrolê li gel Bexayê çareser bibe, lê ew ne amadene vê pirsgirêkê çareser bikin û dixwazin tenê li rêya kompaniya Somo yê ve petrolê bifroşin.”

Herwiha Muhsin Sedûn got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze piroseya firotina petrolê ne merkezî be û  bi hevbeşî li gel Bexdayê be, lê ew razî nabin û dixwazin bi awayekî tekalî vê proseyê encambidin.”

Cîgirê serokê firakisyona Hevpeymaniya Kurdistanê di parlamentoya Iraqê de, diyar kir ku “ev 10 slalin petrola Iraqê tê dizîn û siyaseta firotina petrola Iraqê merkeziye û xelkê Iraqê tu mifayê jê nabînin, heta ku rêjeya hejariyê li hinek parêzgehên Iraqê gehiştiye 35%, di dema ku Iraq bi yek ji welatên herî dewlemend bi petrolê tê naskirin.”

Mûhsin Sedûn got: “Petrola Herêma Kudistanê li gor destûra Iraqê tê firotin, ne tenê Kurdistan lê belê hemû xelkê Iraqê mifayê ji dahatên wê dibînin, ne wek Bexdayê ku petrolê bi awayekî merkezî difroşe û xelik tu mifayekê jê nabînin.”

Nûçeyên têkildar