Altan Tan: Pêwîste PKKê zarokên di bin 18 salan de vegerîne malên wan

Bakûrê Kurdistanlê-KDP.info- Altan Tan parlamantarê Partiya Dîmokratîka Gelan (HDPê) yê Amedê ragihan ku birina zarokên di bin 18 salan re jib o ser çiya ji aliyê PKKê ve nayê qebûlkirin û pêwîste PKKê zarokên di bin 18 salan de vegerîne malên wan.
Altan Tan rexne li revandin û birina zarokên di bin 18 salan bo ser çiyê kir û got ku birina zarokan çi hênceteke exlaqî jêre nîne, lewra pêwîste PKKê wan zarokan vegerîne malên wan.
Parlamanterê HDPê herwiha got: “Çi keç bin çi kur, ciwanên bi temenê 15 16 17 salî ku hîn negehiştine temenê yasayî, eger bi dilê xwe tevlî PKKê bûne yan jî bê dilê xwe, pêwîste ew ji bo mal û malbatên wan bên vegerandin.”
Altan Tan tekez kir: “Dive berpirsên PKKê van kesan vegerînin û pêşiya kesên ku bi vî temenî tevlî PKKê dibin jî bigrin.”
Derbarê qonaxa çareseriya pirsa Kurd jî parlamantarê Partiya Dîmokratîka Gelan (HDPê) yê Amedê diyar kir: “Qonaxa çareseriyê heta niha bi awayekî gelekî neşef birêve diçe, û tişta ku heta niha Erdogan encam daye, tenê bo rizgarkirina xwe kiriye, û bo kêmkirina nerazîbûna kurdane li dijî xwe.”
Altan Tan got: “Erdogan ji bo ku bikaribe dengên Kurdan di hilbijartinan de bi dest bixe, qonaxa çareseriyê bikar tine.”




