Nefta Kurdistanê heta 200 salî têra Tirkiyê dike

Hewlêr-KDP.info- Tê texmînkirin ku rezerv û yedeka nefta Herêma Kurdistana dê 200 sal têra Tirkiyê û sal û nîvekî jî têra tevahiya cîhanê bike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên navneteweyî bi dest xistin, rezervên neftê yên bi qasî 6,14 milyar ton ên ku di bin kontrola Herêma Kurdistana de ne, 200 salî têra Tirkiyê dike.
Li herêmê salane 4,1 milyar ton neft tê derxistin û rêjeya rezervên herêmê sal û nîvekî jî têra tevahiya cîhanê dike.
Herêma Kurdistanê di bîrên neftê yên wekî Teq Teq, Tawge, Xurmal û Şêxanê de di serî de rojane nêzîkî 54 hezar ton neft derdixîne. Armanca Herêma Kurdistanê ew e ku di sala 2015an de hecma hinartina nefta xwe derxîne 136,5 hezar tonan, di sala 2019an de jî derxîne 273 hezar tonan.
Pispor diyar dikin ji bo ku ev potansiyel bigihêje bazarên cîhanê "rêya herî ekonomîk" ji Tirkiyê re derbas dibe. Li Tirkiyê ji Kerkûkê heta bendera Ceyhanê xeta boriyê heye. Pozîsyona Tirkiyê ji bo Ewropaya ku daxwaza wê ya enerjiyê zehf e, jeostratejîk e. Ji ber van sedeman jî Tirkiye ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di pozîsyoneke gellekî girîng de ye.
Li Iraqê nêzîkî 20 milyar ton rezervên neftê hene. Iraq bi vê rêjeyê piştî Erebistana Siûdî, Wenezûela, Kanada û Îranê û di rêza 5emîn de ye. Li Iraqê piraniya aboriyê li ser dahata neftê ye. Ji sedî 60ê rezervên nefta Iraqê li 5 bîrên mezin ên li herêma Besrayê de ye.
Qismeke hindik a rezervên mayî jî li nava welêt in, beşa herî kêm ya neftê ya ji sedî 17 jî li Başûrê Kurdistanê ye. Piraniya rezervan li dora Kerkûkê ne. Nefta li Başûrê Kurdistanê dibe sedem ku di navbera hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê de rageşî derkeve.
Di rewşa berdest de Herêma Kurdistanê li 17 qadan xebatên derxistina neftê berdewam dike û rojane 34 hezar ton neftê derdixîne.
Iraq rojane 410 hezar ton hilberîna neftê dike û piraniya vê hilberînê rasterast an ji aliyê BP (British Petrolium) an jî ji aliyê konsorsiyûmên BPyê ve tên kirin. Şîrketên CNPCya Çînê, Statoîla Norweçê, Eniya Îtalyayê û Gazproma Ûrisan ji şîrketên navneteweyî yên mezin in ku ji dewlemendiya nefta Iraqê para wan heye. TPAO jî bi şirîkên xwe yên biyanî re li Iraqê xebatên xwe berdewam dike.
Li qadên ku di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne, jî digel Exxon Mobil û Chevrona Amerîkayê, Totala Fransayê û Gazprom li herêmê çalak in. Tê zanîn ku TPIC û Genel Energy li herêmê hilberînê dikin.
Kiryarên herî mezin ên nefta Iraqê bi para ji sedî 19 DYA, ji sedî 19 Hîndistan û ji sedî 13 Çîn e. Hema bêje temamiya hinardeya nefta Iraqê bi rêya bendera Basrayê tê kirin.
Tirkiye ji Iraqê neftê li ser xeta boriyê ya Kerkûk û Ceyhanê distîne. Kapasîteya vê xetê rojane 1,95 milyon bermîl e. Di xeta boriyê de gellek caran ji ber êriş û kêmasiyên teknîkî pirsgirêk derdikevin. Xeta boriyê ya Ceyhan û Kerkûkê niha bêerk e, lê belê di salên berê de rojane 200 hezar bermîl neft vediguhest. Ev nefta ku li Ceyhanê tê komkirin, difroşin şîrketên ku şîrketa iraqî ya bi navê SOMO diyar kiriye.
Herêma Kurdistana jî hema bêje hemû nefta xwe li ser Tirkiyê re hinarde dike. Ji xeta boriyê ya ku ji Teq Teqê heta Pêşabûrê ye, rojane 100 hezar bermîl neftê dişînin Tirkiyê. Ev neft li Ceyhanê di tankên ku kapasîteya wan 2,5 milyon bermîl e d, tê komkirin.




