25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siûd Mela: PYDê hîna nahêle ku ez vegerim bo Rojavayê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Siûd Mela, sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku PYDê hîna nahêle ku ew vegere bo Rojavayê Kurdistanê û PYDê li ser wê yekê jî rijdin ku her demekê ku ew veger bo Rojava dê wî bigrin û nefîbikin bo Herêma Kurdistanê.

 

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela li KDP.info re got: “Herdu encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê civiyan û gehiştin êkeftinekê ji bo ku ew û hevalên xwe vegerin bo Rojava, lê Encûmena Gel ya Rojava 2 roj mulet xwestibû, lê heta niha tu bersiv nedane.”

Mela diyar kir: “PYDê qet razî nabe em vegerin bo Rojavayê Kurdistanê û bi eşkere gotine hûn her kengî hûn vegerin emê we bigrin û we nefî bikin bo Herêma Kurdistanê, lwra vegera me metirsiyê li ser jiyana me çêdike, lê bi her awayekî be pêwîste em vegerin.”

Derbarê hilbijartinêm Sûiyê, sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) tekez kir ku ew van hibijartinan baykot dikin û got: “Komîyteya navendî ya Partiya me li Qamişlo civiya û biryar da ku hilbijartinên 3ê meha bê yên serokomarê Sûriyê baykot bikin, ji ber ku ew hilbijartin ne rewane, û dê li ser kuştin û xwînê bên encam dan.”

 

 

Nûçeyên têkildar