Serkirdeyekî kantona PYDê: Mafê her hemwelatiyekî Sûriyê heye ku tevlî hilbijartinan bibe

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Ekrem Hiso, serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê ragihand ku rêveberiya xweseriya demokratîk beşek ji Sûriyê ye û mafê her hemwelatiyekî Sûriyê heye ku tevlî hilbijartinan bibe û dengê xwe bide.
Li gor raporteke televizyona Sema ya nêzîkî rejîma Sûriyê, li parêzgeha Hesekê ya ku di dawiya meha çile ya borî de rêveberiyeke xweseriya demokratîk ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve tê de hatiye ragihandin, wê 757 navendên dengdanê bên vekirin.
Di raporta wê televizyonê de ku li bajarê Amûdê hatiye amadekirin, serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de diaxife û dibêje ku “rêveberiya xweseriya demokratîk beşek ji Sûriyê ye û mafê her hemwelatiyekî Sûriyê heye ku çalakiyên xwe di navçeyên vê rêveberiyê de li dar bixe”.
Cîgirê serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Hisên Ezam jî di heman raportê de diaxife tekîd dike ku “wek rêveberiya xweseriya demokratîk ewê ji kesî nexwazin ku biçin deng bide yan na, lê mafê her hemwelatiyekî heye ku tevlî hilbijartinan bibe û dengê xwe bi kar bîne”.
Roja 3ê meha bê hilbijartinên serokomarî li Sûriyê tên encamdan, ji bilî Beşar Esed du kandîdên din hevrikiyê li ser bidestxistina vê postê dikin.




