Dêndar Zêbarî: Di gehandina alîkariyan bo nav Sûriyê de emê piştgîriya rêxrawan bikin

Hewlêr-KDP.info-Dêndar Zêbarî, Cîgirî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêxistinên Navnetewî li Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandekî Rêxistina Pştivaniya Navnetewî (UPP) kir.
Cêgirî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêxistinên Navnetewî li Herêma Kurdistanê Dêndar Zêbarî, doh roja duşemê, 26-5-2014an, li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke Rêxistina Pştîvaniya Navnetewî (UPP) bi serperetiya rêvebera buroya Rojhilata Navîn, xanim Elîsya Bîvayê û rêvebera Projeya Rêxistina Pştîvaniya Navnetewî (UPP) xanim Îrîna Tizanîla yên li Herêma Kurdistanê kir.
Di kombûnê de rêxrawa navhatî behsa kar û çalakiyên xwe û rewşa penaberên Rojavayê li Kurdistanê yên nav kampan kir, û hewlên wan bo dîtina çareseriyekê bo kêşe û aloziyên wan bi taybetî di ware jin û ciwanan de
Her weha Rêxistina Pştîvaniya Navnetewî (UPP) di bare perwerde û kultur û berevaniyê li civaka sivîl ya mafên mirovan û xizmetguzariya meydanî ji bo paneberên Rojavayê Kurdistanê peyda dikin.
Ji aliyekî dî ve, Cîgirî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêxistinên Navnetewî li Herêma Kurdistanê pêşwazî li Kilîmînit Rolît, rêveberê ajansa alîkariya teknîkî bo perpêdanê (ACTED) kir.
Rêxrawa (ACTED) alîkarî û piştevaniyeke mezin dide penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampên Herêmê û dixwazin bi heman awayî wan alîkariyên mirovî bighînin nav Sûriyê bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha dixwaze bi alîkariya hikûmetê asankariyan pêşkêş bike bo veguhestina wan pêdivî û alîkariyan ji Kurdistanê bo nav Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve Zîbarî kar û çalakiyên wê rêxrawê bilin nirxand û dûpat kir ku Fermangeha Peywendiyên Derve berdewam dibe li ser alîkarî û pêşkekeşkirina asankariyan bo karên rêxrawên navdewletî.




