25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Urdin balyozê rejîma Sûriyê ji welêt xwe derdixe

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Welatê Urdinê êdî helwesta xwe li himber rejîm û mixalefeta Sûriyê zêdetir zelal kir, piştî ku ji destpêka krîza Sûriyê ve xwe dûrî herdu aliyan dikir.

 

Li gor ajansa Betraa ya fermî li Urdinê, Berdevka Wezareta Derve ya Urdinê, Sebah Rîfaî ragihadn ku, wan birayar hikûmeta Urdinê bi derkirina balyozê Sûriyê li wî welatî radestî balyozxaneya Sûriyê li Emanê kirin û 24 demjimêr wek molet dane Silêman da ji Urdinê derkeve.

Sebah Rîfaî da zanîn ku Behcet Silêman “Berdewam bi awayekî xirab lidijî Urdinê, serkirdatiya wê, dezgehên wê yên niştimanî û hemwelatiyên wê di axivî û daxuyanî didan.”

Herwiha Rîfaî da zanîn ku wan berî niha çendîn car hişyarî dabûn balyozê Sûriyê li Urdinê, lê wî ew hişiyarî berçav negirtin û “Xaka Urdinê bo arastekirina daxuyaniyên xirab bo welatên Erebî yên dostên Urdinê û serkirtdeyên wan welatan yên ku têkiliyên biratî û gelek bihêz ên Urdinê ligel wan hene.”

Nûçeyên têkildar