26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ismayl Bêşikçî sibê dê bighê Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sibê sêşemê, Ismayl Pêşkiçî, nivîskarê mezin û dostê gelê Kurd, dê bighê Herêma Kurdistanê û li zankoyan semînaran saz bike.

 

Li ser vexwendeyeke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, nivîskarê mezin û dostê gelê Kurd Ismayl Pêşkiçî dê bighê Herêma Kurdistanê û nêzîkî hefteyekê li Kurdistanê bimîne û çendîn çalakî û semînaran li zankoyên Hewlêrê, Silêmaniyê, Dihok û Soranê ligel çend navçeyên din, encam bide.

Dîroknas û dostê mezin yê gelê Kurd, ku piştî rizgarbûna wî ji zindanê yekser serdana Kurdistanê kir, û li Kurdistanê geşbîniya xwe bi pêşeroja Kurdan dida xuyanîkirin û di wê derbarê de dibêje: Di sedeya 21ê de, gelê Kurd dê hemû mafên xwe bi dest bixe, ew mafên ku di sedeya 20an de jê hatibû standin.

Ismayl Pêşkiçî li nîsana sala 2013an de jî serdana Hewlêrê kir û kêfxweşiya xwe bo serdana Kurdistanê û dîtina ala Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li Kurdistana azad bi mijareke dilxweşker zanî û sipasiya wê pêşwaziyê kir ku li Kurdistnê lê hat kirin.

Her di serdana Pêşkiçî ya par de, Mesûd Brzanî, serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li wî kir û li ser helwîstên wî Serok Barzanî rêzgirtina xwe û gelê Kurd jê re derbirî û wek sitayiş û rêzgirtinekê, mîdaliya Barzaniyê Nemir bi wî dostê gelê Kurd pexşî.

Nûçeyên têkildar