Deselata deverên li jêr kontrola YPGê xwestiye ku beşdarî hilbijartinan bibin

Hewlêr-KDP.info-Parêzgarê Hesekê ragihand ku dê navendên dengdanê bo hilbijartinên serokomarî li Sûriyê, li deverên Jêr kontrola (YPG) de bên danîn û dibêje ku ew ligel rêxistin û partiyên siyasî li Herêmê civiya ye û wan aliyan ji wî xwestine ku beşdarî van hilbijartinan bibin û ewê kar bikin ku hilbijartin bi taybetî li deverên li jêr kontrola YPGê de ne biser bixin.
Hilbijartinên serokomar nêzîk dibin û parêzgarê Hesekê ragihandiye ku hinek rêxstin û partiyên siyasî yên li bakur û rojavayê parêzgeha Hesekê de gotine ku ewê hilbijartinan li deverên ku li jêr kontrola YPGê de ne biser bixin û ku wek tê zanîn deselat li wan deveran di destê PYDê de ye û mebesta wî parêzgarî PYDê ye.
Malpera breakingnews, ku nêzîkî rejîma Sûriyêye,li ser zarê parêzgarê Hesekê Mihemed Zeal Elî veguhest ku dê navendên dengdanê bo hilbijartinên serokomarî li Sûriyê, li deverên Jêr kontrola (YPG), baskê leşkerî yê PYD, de tên danîn
Parêzgarê Hesekê daye zanîn ku sendoqên hilbijartinan li piraniya dever û bajar û bajarokên Parêzgehê hatine belavkirin.
Zeal el-Elî diyar kiriye ku ew deverên di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê de deverên aram in û tekez kiriye ku sendoq li wan deveran dê bên danîn.
Elî herwiha aşker kiriye ku ew ligel hejmarek ji rêxistin û partiyên siyasî li Herêmê civiya ye û wan aliyan xwestine ku beşdarî van hilbijartinan bibin.
Zeal Elî herwiha aşkere kiriye ku ew ligel hejmarek ji rêxistin û partiyên siyasî li Herêmê civiya ye û wan aliyan ji wî xwestine ku beşdarî van hilbijartinan bibin û ew van hilbijartinan asteng nakin belku ewê kar bikin ku wan bi taybetî li deverên bakur û rojavayê parêzgeha Hesekê, ku di jêr kontrola YPGê de ne biser bixin.
Herwiha bi helkefta nêzîkbûna helbijartinan alîgirin Esed careke din li Qamilo mîtîngek li dar xistin heta ku piştgiriya xwe bidin xwyanîkirin.
Roja 3ê meha bê hilbijartinên serokomarî li Sûriyê tên encamdan, ji bilî Beşar Esed du kandîdên din hevrikiyê li ser bidestxistina vê postê dikin.




