26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkiyê... T.C.K kuştin û eşkencedana Kurdên Rojava li ser sînorê Tirkiyê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info-  Bo şermezarkirin kuştin û eşkencedana penaberên sivîl ê Rojavayê Kurdistanê, ji aiyê leşkerên tirk ve, Tevgera ciwanên Kurd (T.C.K), mîtîng li Batman û Istenbolê li dar xistin.

 

Ebdul Mecîd Temir, endamê Desteya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) ji KDP.info re ragihand: “Doh yekşema 25-5-2014 Li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd li bakurê kurdistanê bajarê Batmanê nêzîkî 200 kesî ji penaberên Rojavayê kurdistan daketin meydana Heykelê Dest li navenda bajar û mîtîngek li dar xistin û kuştina mirovên sivîl ên kurd ser destê leşkerên Tirkiyê yên li ser sînor şermezar kirin.”

Temir tekez kir: “Mîtînga T.CK bi beşdariya Komeleya Mardîn-Hesekê û amadebûna berpirsên BDP û PDK-KDP bi rêve çû pankartên bi kurdî ,erebî û tirkî hatin hildan û wêneyê kesên canê xwe ji dest dane û hin birîndarbûyan hatin hildan.”

Herwiha Ebdul Mecîd Temir got: “Gotina bi navê T.C.K û Komelya Mardîn–Hesekê bi her sê zimanan hate xwendin ji aliyê Ebdul Mecîd Temir û D.Mihemed Selîm Temir endamên Encûmena giştî ya T.C.K û Mazin Suleyman ve. Navên 18 mirov 12e kuştî û 6 birîndar hatibûn dokyoment kirin.”

Endamê Desteya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) diyar kir: “Her doh, Tevgera Ciwanên Kurd T.C.K demjimêr 3ê jî li Istanbûlê jî li meydana Sultan Ehmed jî derket bi heman pankat û daxwazan, ku nêzîkî 100 kesî kom bûn, li ciwanên tirk êrîş birin ser mîtîngê û gef li wan xwarin û zû mînîntga xwe bi dawî anîn.”

 

Hêjayî gotinê ye di 3ê 4 heyvên dawî de kuştin û eşkencedana penaberên sivîl zêde bûye û dawiya wan jina Kurd Sûad Derwîş diya 2 zarokan canê xwe ji dest da li aliyê Şernexê û ciwanê 13 e salî Eli Ebdilxenî Taha herdu çavên xwe ji dest dan bi destê leşkerên tirk yên li ser sînor.

 

Nûçeyên têkildar