Alogoriya bazirganiyê di navbera Kurdistan û Îmaratê de gehiştiye 8 milyar dolaran

Hewlêr-KDP.info-Îmarata Erebî ya Yekgirtû ragihand ku rêjeya alogoriya bazirganiya ligel Herêma Kurdistanê de, gehiştiye 8 milyar dolarên emerîkî.
Serkunsulê Îmarata Erebî ya Yekgirtû li Herêma Kurdistanê, Raşid Mihemed Elmensûrî, ji KDP.info re ragihand: “112 kompaniyên îmaratî li Herêma Kurdistanê kar di warên corbicor de kar dikin. Û diyar kir: Rêjeya alogoriya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de gehiştiye 8 milyar dolaran.”
Raşid Mihemed Elmensûrî got: “3 piroje hene ku bi qedandina wan, dê veberhênana îmaratî li Herêma Kurdistanê, heta dawiya vê sale bighê 7 milyar dolaran.”
Serkunsulê Îmaratê herwiha got: “Îmarata Erebî dê li 10 ê hizêrana bê de korbenda pêşesazî û bazirgabî li Hewlêrê saz bike ku dê 70 kompanî û kargehên îmaratî têde beşdar bin, daku xelkên herêmê berhemên îmaratî nas bikin.”
Îmarata Erebî ya Yegirtû, korbenda îmaratî bo geşedan bi bînasaziyê li Hewlêra paytext li dar xist, ku hijmarek ji kompaniyên avakirinê yên wî welatî têde beşdar bûn.
Armanca wê korbendê, guhestina ezmûn û tecrîba Îmarat bû di warê bînasaziyê de li Herêmê.
Her yek ji Sînan Çelebî, wezîrê bazirganiyê û pîşesaziyê û Newzad Hadî Parêzgarê Hewlêrê û desteya veberhênanê lo Herêma Kurdistanê di wê korbendê de amade bûn.




