Oso: Tirkiyê pêşniyara mêvandariya civîneke kurdî kir û xwest ku PYDê jî têde amadebe bibe
__2014_05_25_h19m15s8__BA.jpg)
Istenbol-KDP.info- Wezareta derve ya Tirkiyê pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û amadehiya xwe ji bo mêvandarîkirina civîneke kurdî ya berfereh anî ziman û xwest ku PYDê jî di wê komûnê de amade be daku peywendiyên wan digel rejîmê de eşkere bibin ji ber ku heta niha ew peywendiyekî wisa res dikin.
Endamê şanda ENKSê Mistefa Oso ku di civînê de amade bû, ji KDP.info re ragihand ku berpirsên ji wezareta derve yên ku ligel wan civiyane ew agehdar kirine ku ew amade ne mêvandariya civîneke berfereh ji hemû aliyên Kurd re, di nav de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bikin û tekez kirine ku ewê alîkarî û piştgiriya vî karî bikin.
Derbarê bûyerên kuştin û îşkencekirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li ser sînor de, Oso da zanîn ku şanda wan belge di vê derbarê de pêşkêşî Tirkiyê kirine û aliyê Tirkiyê soz daye ku vê mijarê bişopînin û eger her karekî ji qest hebe wê berpirsyarên wî karî ceza bikin.
Oso got ku şanda wan Tirkiyê agehdar kiriye ku ew dixwazin pêwendiyên baş ligel Tirkiyê bikin û diyar kiriye ku ev bûyerên li ser sînor xizmeta avakirina van pêwendiyan nakin.
Endamê şanda ENKSê aşkere kir ku wezareta derve ya Tirkiyê gotiye ewê hewil bidin deriyekî ji bo derbasbûna şandên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyê vekin da ku ew şand bi ewlehî derbas bibin.
Mistefa Oso diyar kir ku ewê pêşnyara lidarxistina civîna berfereh ya aliyên Kurd li Tirkiyê di nava ENKSê de gengeşe bikin û aşkere kir ku rayedarên wezareta derve soz dane ku nêzîk civînek ligel wezîrê derve bê amadekirin.




