26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Ferensa wek serokê welatekî pêşwaziya Serok Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê ragihand ku serokê Ferensayê Firanswa Holand wek serokê welatekî pêşwaziya serokê Herêma Kurdistanê Mesûda Brzanî kir.

 

Felah Mistefa ji rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî re diyar kir ku Holand wek serokê welatekî pêşwaziya serok Barzanî kir û sedema vê yekê li “têkiliyên bi hêz û baweriya Holand bi siyaseta Herêma Kurdistanê” vegerand.

 

Mistefa ku di vê serdanê de hevlatiya serok Barzanî dike û wê îro biçin Îtalya û Vatîkanê, bal kişand ku serok Barzanî û Holand di civîna xwe de sînaryoyên rewşa Iraqê gotûbêj kirin, bi taybet avakirina hikûmeta nû ya Iraqê.

 

Bi gotina Mistefa, serokê Herêma Kurdistanê tekîd li ser avakirina hikûmetekê li Iraqê kir ku kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û kirîzên ku niha peyda dibin  bike.

 

Felah Mistefa herwiha got ku “Serok Barzanî ji Holand re tekîd kiriye ku Herêma Kurdistanê dê bibe çavkaniyeke berdewam a enerjiyê ji cîhanê re û dê vê pirsê tevlî milmilaneyên siyasî neke”.

Nûçeyên têkildar