26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Yildiz: Petrola Kurdistanê di çarçoveya qanûnê de hatiye firotin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê enerjî û çavkaniyên sirûştî yê Tirkiyeyê dibêje petrola Kurdistanê di çarçoveya destûrê de hatiye firotin û dahata wê dê bo Kurdistan û Îraqê dibe.

 

Taner Yildiz, wezîrê enerjî yê Tirkiyeyê ragehand ku ev petrola Kurdistanê yaku li bendera Ceyhanê de hatibû hilgirtin ji bazarên cîhanî re hatiye şandin û ev yek jî di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de hatiye pêk anîn.

 

Yildiz eşkere kir ku nerazîbûna hikûmeta Îraqê ya li dijî firotina petrola Kurdistanê de neraste jiber ku li gor destûra bingehîn ya Îraqê mafê Kurd jî heye ku petrola xwe bifiroşe.

 

Herwiha Wezîrê enerjî û çavkaniyên sirûştî yê Tirkiyeyê Taner Yildiz tekez li ser vê yekê kir ku dahata petrola han bo Kurdistan û Îraqê dibe û ev yek jî di nava destûra Îraqê de hatiye destnîşankirin.

Nûçeyên têkildar