26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sekreterê rojnamevanî yê Fazil Mîranî nûçeya malperke ser bi PYDê ve red dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Sekreterê rojnamevanî yê Fazil Mîranî, Xelîl Berwarî nûçeya malperke ser bi PYDê ve red dike û diyar dike ku ew nûçeye tenê bo tevliheviya rastiyane.

 

Malpereke ser bi PYDê ve îda kiriye ku ku di navbera sekreterê Polîtburoya PDKê, Fazîl Mîranî û endamê Polîtburoya PDKê Azad Berwarî û hikûmeta Sûriyê de li Şamê hevdîtin çêbûne.

 

Sekreterê rojnamevanî yê Fazil Mîranî, Xelîl Berwarî, ji KDP.info ragihand ku ti bingeh ji wê nûçeyê re tine ye, ji ber ku ew bi temamî derew e.

 

Xelîl Berwarî herwiha got ku mebest ji wê nûçeyê tenê bo tevliheviya rastiyane, em carek din radighînin ku bi ti awayekî ew nûçe tu esil û esasek jêre nîne.

Nûçeyên têkildar