Li Kerkûkê teqîn: 10 hemwelatî şehîd bûn

Kerkûk-KDP.info-Berpirsê ragihandina Asayişa Kerkûkê ragihand ku di êrişeke terorîstî de li taxa Wasit a bajarê Kerkûkê 10 welatî şehîd bûne.
Ferhad Heme Elî, Berpirsê ragihandina Asayişa Kerkûkê ji KDP.info re ragihand ku: Şeva borî di encama êrişeke terorîstî li taxa Wasit a bajarê Kerkûkê de li gor amarên dawî heya niha 10 hemwelatî şehîd bûne û 30 welatiyên dine jî birîndar ketine.
Ferhad Heme Elî herwiha go jît: Piraniya qurbaniyên teqînê hemwelatiyên medenî ne û birîndar jî niha li nexweşxaneyê tên derman kirin.




