Mûsil… Karmendekî liqa 14 ya PDKê hat kuştin

Mûsil-KDP.info-Seîd Memozînî, Berpirsê Ragihandinê yê Liqa Mûsilê ya Partiya Demokrt a Kurdistanê got, îro danê êvar li karmendekî liqa 14 ya PDKê ji aliyê komek çekdarên nenas hat tîror kirin.
Berpirsê Ragihandinê yê Liqa Mûsilê ya PDKê ji KDP.info re ragihand ku li devera Soq el Nebî ya bajêr karmendekî jiqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi navê Ebdulhadî Hesanî 22 salî ku xelkê Şingalê bû, ji aliyê komek çekdar ve hatin kuştin.
Memozînî got jî, her wiha ragihand ku li taxa Cehiş ya Mûsiê, di encama teqîna bombekê de 3 polîs hatin kuştin.
Seîd Memozînî herwiha got li gereka Maliye jî bombek bi otombêla serkonsulê Tirkiyê teqiya û ji kuştinê rizgar bû.




