Serkonsulê Tirkiyê yê li Mûsilê ji kuştinê rizgar bû

Mûsil-KDP.infp- Li bajarê Mûsilê, îro şemiyê, otomobîla Ozturk Yilmaz serkonsulê Tirkiyê yê Mûsilê rastî êrişeke terorîstî hat lê Yilmaz ji kuştinê rizgar bû.
Jêderekî ji polîsên Mûsilê ragihand ku îro danê êvarî li taxa Maliye ya bajarê Mûsilê, bombek bi otomobîla serkonsulê Tirkiyê yê Mûsilê Ozturk Yilmaz ve teqiya.
Heman jêder anî ziman ku di bûyerê de serkonsulê Tirkiyê tiştek pê nehat lê zirar gihîşt otomobîla wî.
Jêder herwiha got: “Hêzên ewlekariyê yên Mûsilê gehiştin cihê teqînê û her yekser ew navçe control kirin û dest bi lêkolînê kirin.”




