Osman Ocelan: PKK dixwaze Bakur Rojava û Başurê Kurdistanê têk bide

Hewlêr-KDP.info-Osman Ocelan ragihand ku PKKê li Qendîlê dixwaze kêşe û aloziyan bi şer çareser bike û Bakur Rojava û Başûrê Kurdistanê têk bide.
Osman Ocelan, birayê serokê girtî yê PKKê Ebdulla Ocelan ji KDP.info re li ser siyaseta niha ya PKKê axivî û Cemîl Bayik jî wekl çeteyekî dijî mafên Kurdan bi nav kir.
Osman Ocelan diyar kir ku Cemîl Bayik û PYDê dixwazin Bakur û Başur û Rojavayê Kurdistanê bixin nav şerekî de ku bi çi awayî nakeve berjewendiya Kurdan û di heman demî de de jî Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê rê li pêşya wî şerî ye ku li dijî Kurdan e digrin.
Herwiha Ocelan tekez kir ku Serokê Herêma Kurdiatnê jib o aştiyê û azadiya Kurdan xebatê dike lê PKKê û Qendîlê mijûlin ku digel dewletên Herêmî de şerekî di nav Kurdan bi xwe de dirûst bike jib o ku destkeftên kurdan ji nav bibin.
Derbarê armanca PKKê û PYDê ji êrîşên ser Partiya Demokrat a Kurdistanê de Osman Ocelan got Partî dayika tevgera rizgariya gelê Kurde ji aliyekî ve Kurdan diparêze û ji aliyekî dî ve hewil dide jib o avakirina dewleta Kurdî lê dewletên derdorê naxwazin Kurdistan bê avakirin.




