26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Derbarê firotina neftê biryara kurdan di destê kurdan de ye.. Ewropa piştevane û Emerîka bê alî be paştire

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Felah Mistefa, berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê diyar kir ku biryara kurdan di destê kurdan de ye û wiha got: “Eger Bexda dixwaze em bi hev re kar bikin divê girêdayî destûrê bin, ji ber ku êdî dema înkarkirinê nemaye.” Felah Mistefa, li hember helwesta Amerîka derbarê firotina nefta Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan da û got, bila Amerîka xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ya baş ew e ku li hember vê mijarê bêdeng bimîne.

 

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ji KDP.info re axivî û got ku wan bi awayekî eşkere ji Bexda û cîhanê re gotine “eger hûn dixwazin em bimînin û bi hev re kar bikin wê demê divê hûn girêdayî destûrê bin, ji ber ku êdî dema înkarkirinê nemaye û ti kes nikare tenê li navendekî her biryarekî bide û paşeroja Kurdistanê jî bikdeve destê kesên nekurd.”

Felah Mistefa, anî ziman ku kurd bi destê xwe biryara xwe dide û li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê wiha got: “Em hêvîdar in Amerîka hevkêşeyên siyasî fêm bike û xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û alîgiriya ti aliyekî neke.”

Mistefa destnîşan kir ku eger Amerîka li hember vê bûyerê bêdeng be baştir dibe û wiha axivî: “Ji ber ku vî karê ku em dikin li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û nabe em li bendê bin ku hinekî din ji me re bêjin ev baş e yan xelet e.”

Felah Mistefa, ku di heman demê de endamê şanda Herêma Kurdistanê di serdana Barzanî ya Ewropayê de ye, da zanîn ku welatên Ewropa wisa li Herêma Kurdistanê dinêrin ku kariye bi awayekî serkeftî siyaseta petrolê bide meşandin û di vê baweriyê de ne ku Kurdistana ku berê nedikarî dilopek neft derbixe niha dikare neftê derbixe û bişîne derve û bibe cihê baweriya bazarên neft û enerjiyê.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, dîsa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got, helbet em hurmeta Amerîka digirin lê karê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye di çarçoveya destûr û qanûnê de bûye û êdî em nikarin sebir bikin û dinya jî vê dizane ku mafê me heye em vî karî bikin.

Li ser helwesta hikûmeta Iraqê jî, Felah Mistefa got, emê yan bibin şirîkê rastî li Iraqê yan jî divê em li benda pêwendiyên nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de bin. Yan divê rêyek din were dîtin yan jî êdî emê nebin beşek ji Iraqê.

Nefta Herêma Kurdistanê ya ku bi rêya boriya nû ya navbera Kurdistan û Tirkiyê de hatiye kişandin û li bendera Cêyhanê ya Tirkiyê tê imbarkirin, roja 22ê Gulana îsal bi fermî derbasî bazarên cîhanê bû û hat firotin.

Nûçeyên têkildar