Balyozê Iraq li Fransa şîvek ji bo Serokê Herêma Kurdistanê rêk xist

Hewlêr-KDP.info-Doh êvarê ji bo serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Fransa, Ferîd Yasîn Balyozê Iraq li Fransa şîvek ji bo Serok Barzanî û şanda li gel saz kir.
Li vê şîvê de ku komek ji dostên şexsiyên Serok Barzanî û gelê Kurd amadebûn, xweşhaliya xwe bi vê serdanê derbirîn, her wiha li navbera amadebûyan da danustandina bîr û ramanên li ser pêvajoya giştî ya Iraq û Kurdistanê kirin.
Her li vê şîvê de Balyozê Iraqê li gotarek de xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî ya Fransa derbirî û hêvî xwest, ku encamên vê serdanê ji bo gelê Kurdistan û Iraqê bi xêr be.
Şand ji Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû.




