ENKS bi xwepêşandaneke mezin kiryarên PYDê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info-Nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, derkirin û girtina endam û rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê PYDê ve hat şermezarkirin.
Doh îna 23/5/2014 demjimêr 5ê evarî xwepêşandanek ji aliyê nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê hat encam dan û xwepêşender ji taxa Enkawe meşiyan heta pêşya nûnertiya Netewên Yekbûyî ya Hewlêrê.
Li ser pankartan dirûşmên wek: "Bijî Yekîtiya Kurdan, Ji dîlên di girtîgehên PYDê re Azadî, PYDê destê xwe ji Rojava bikşîne, Ji PYDê re na ji Kurdan re azadî" hatibûn nivîsandin. Piştî kombûnê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku endamê nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mehmûd Mihemed xwend de hat diyarkirin ku PYD zordestiyê li partiyên din ên li Rojava dike û ti mafekî jiyanê nade wan û daxuyaniyê wiha dewam kir: " Pêwîst bû ku li Sûriyê hemû partiyên kurd li dijî rejîmê bi hevdu re tevbigerin. PYD li dijî vê yekê tevgeriya û partiyên kurd ji xwe re wek hedef hilbijart. Em wê zihniyeta tekparêziyê ya li Sûriyê şermezar dikin."
Mehmûd Mihemed diyarkir ku armanca xwepêşandanê “Aktîvkirina ENKSê û li dijî milmilaneya di navbera Kurdan xwe bi xwe de ye”.
Endamê nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê, di gotina xwe de got: “Na ji bo siyaseta tekane û dûrxistinê, belê ji bo hevbeşiya rasteqîne.”
Herwiha Mehmûd Mihemed kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: “Em derkirin û girtina endam û rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê PYDê ve hat şermezar dikin.”
Hoşmîn Iniz




