Parêzgarê Hesekê û rêveberiya xweserî ya PYDê li hev kirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Omer Osê Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Sûriyê de ragihand ku parêzgarê Hesekê û rêveberiya xweseriya Demokrat ya PYDê derbarê hibijartinên serokomar li hev kirin.
Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Sûriyê de ji rojnameya el-Weten a nêzîkî hikûmeta Sûriyê re got: “Ew di serdana xwe ya vê dawiyê bo bajarê Qamişlo de ligel çend serkirdeyên kurd li navçeyên rêveberiya xweser civiyaye û ji wan xwestiye ku sindoqên dengdanê li navçeyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê bên danîn û wan serkirdeyan jî ev yek têgihiştine”.
Omer Osê navê wan serkirdeyan aşkere nekir, lê tekîd kir: “Hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê roja 3yê hezîranê bi awayekî normal li navenda bajarê Qamişlo û Hesekê bên kirin û wê gelê Sûriyê bi rêjeya beşdariya xelkê li wan navçeyan matmayî bimîne”.
Omer Osê anî ziman ku ew geşbîne ku wê hilbijartin li herêmên rêveberiya xweser bêne kirin û aşkere kir: “Parêzgarê Hesekê û serokê şaxê Partiya Baes li Hesekê jê re tekîd kirine ku ew digel serkirdatiya rêveberiya xweser civiyane û derbarê vê mijarê de li hev têgihiştinek çêbûye”.
Roja sêşemê, rojnameya el-Binaa ya Libnanî li ser zarê parêzgarê Hesekê Mihemed Zeaal el-Elî belav kiribû ku hilbijartinên serokomariya Sûriyê wê li herêmên di bin destê YPGê de werin çêkirin.
Berî niha rêveberiyên her sê kantonên Cizîrê, Kobanî û Efrînê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku encamdana hilbijartinên serokatiya Sûriyê di vê qonaxê de ne biryareke rast û hekîm e, lê wan bi aşkere ne got bê ewê bihêlin ev hilbijartin li navçeyên di bin kontrola wan de bên kirin yan na.
Berûvajî vê yekê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştî civîna xwe ya vê dawiyê li Qamişlo, biryar da ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike û tevlî wan nebe,
Parlamenterê Kurd Omer Osê derbarê vê yekê de jî dibêje: “Partiyên kurdî yên ku gotine ewê hilbijartinan boykot bikin, niha li helwesta xwe vedigerin”. Lê wî di heman demê de tekîd kir ku “eger serkirdeyên Kurd rê nedin hilbijartin li van navçeyan bên kirin, ewê wek Însyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, hemwelatiyan li herêmên rêveberiya xweser bigihînin Qamişlo û Hesekê ji bo ku bikaribin dengê xwe bidin”.




