Nefta Kurdistanê derbasî bazarên cîhanê bû

Hewlêr-KDP.info- Taner Yildiz Wezîrê Enerjiya Tirkiyê, ragihand ku dest bi firoştina wê nefta Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê de kirine ku li bendera Cêyhanê ya Tirkiyê hatiye imbarkirin.
Wezîrê enerjiya Turkiye Tener Yeldiz ragihand, ku dest bi firoştina ewê petrolê ya herêma Kurdistanê hatiye kirin, ewa ku li bendera cîhan a Turkiye hatiye embarkirin.
Berî niha rojnameya Sebah a Turkiyeyî li ser zarê berprsên wezareta enerjîya Turkiye ragihandibû, ku petrola embarkirî ya herêma Kurdistanê ya li bendera Cîhan, gihijtîye 3 milyon bermîlan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beriya niha gotibû, di demek nêzîk de emê nefta Kurdistanê derbasî bazarên cîhanê bikin.




