25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Tevî pêgiriya me bi van encaman, em dilgiraniya xwe ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê radigehînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyamek bi helkeftina ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên 30ê Nîsanê belav kir û tê de dilgiraniya xwe ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, bi taybetî li Neynewa û Hewlêrê, anî ziman.

 

PDK li Hewlêrê 7 kursiyên Parlamentoya Iraqê û li Neynewayê jî 8 kursî bidest xistiye, lê polîtburoya PDK ji van encaman dilgiran e û dibêje: “Tevî pêgiriya me bi van encaman, em dilgiraniya xwe ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê radigehînin, me pêşbîniya kursiyên zêdetir dikir, bi taybetî li Hewlêr û Neynewayê.”

Derbarê têbîniyan li ser encamên hilbijartinan bi giştî, poîtburoya PDK di daxuyaniya xwe de wiha ragihandiye: “Çend kêmasiyek hene ku di stûyê aliyên peywendîdar de ne û pêwîste bên çareserkirin, di vê bare de jî têbîniyên me hene û me pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kiriye û lêkolîn li ser tên kirin.”

Di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de PDK 34 kursî bidest xistine, herwiha bo Parlamentoya Iraqê jî 25 kursî bidest xistine, di daxuyaniya xwe de dibêje jî: “Bi canê berpirsiyariyê em dê encamên hilbijartinan bipejirînin û wek destkeftek din ya gelê me didin zanîn, girîngtirîn pirs jî di vê qonaxa hestiyar de serkeftina proseyê û zêde pêşveçûn bo gihiştin bi armancên me yên rewa ye.”

 

Nûçeyên têkildar