Temer Remezan: Bo qonaxên dahatî dê kar bê kirin ku penaberên Domîzê ji bin kona derkevin û li nav kerevanan bêne bicîh kirin

Dihok-KDP.info-Îro girêbesteke hevpişk di navbera parêzgeha Dihokê û Îmanwêl Jîniyak, berpirsê rêxrawa UNHCR li Kurdistanê û Malîzyo Babîlyo, berpirsê rêxrawa UNICEF li Kurdistanê bi kujmê (10) milyon dolaran ji bo çêkirina rêkên navxwe û solînan di nav kampa Domîzê de hate morkirin.
Li dor girêbestê Temer Remezan parêzgerê Dihokê bo saziyên ragehandinê diyar kir ev girêbeste di navbera me de weku parêzgeha Dihokê û rêxrawên UNHCR û UNICEF bi gujmeyê 10 Milyon dolaran hate morkirin û got: “Helbet bi vî parey 30 km yên rêkên navxweyî li nav kampa Domîzê ligel hindek solînên ser erd dê hêne çêkirin û ev piroje dê xelkê kampê ji qeyraneka mezin qurtal ket, heke van herdu rêxrawan ev kare nekirba jî me weku parêzgeha Dihokê, anku hikûmeta Herêma Kurdistanê biriyar dabû ku vê pirojeyê bicîh bînin û berî nuke Serokê hikûmetê îaz dabû ku ev kare bihête kirin, xweşbextane îro ew hatin û pişkdarî di vî pirojey de kir û pişkdariya wan digel me de giringiya xwe heye, çunku dê bîte sedem ku ew rêxraw û aliyên din yên harîkariyê bo penahinda dikin dê hêne handan ku bêtir bibine harîkar bo encamdana pirojeyên wisa yên hevpişk di navbera hikûmetê û rêxrawên nîv dewletî UN bikin.”
Parêzgerê Dihokê tekez kir ku demê Serokê Herêma Kurdistanê serdana kampa Domîzê da û tekezî li ser başkirina rewşa penaberan kir û herwiha serokê hikûmeta Kurdistanê jî piştevaniyeka zor bo penaberan kiriye ku rewşa wan bihête xweşkirin, herwiha diyarkir ku bo vê qonaxê ev piroje hene û bo qonaxên din kar dê bê kirin ku penaber ji bin kona derkevin û li nav kerevanan bêne bicîh kirin û got: “Ez bawerim bi çêkirina van pirojeyan dê dilxweşiyeka mezin bo xelkê kampê peydabibe, ev piroje weku jêrxanekê ne bo kampa Domîzê û dê gelek giringiya xwe hebe, me ligel berpirsên herdu rêxrawên UN de danustandin kirine ku ew bêtir van harîkariyan bikin û em jî ji aliyê xwe ve weku parêzgeha Dihokê dê hevkarbîn ku pirojeyên hevpişk ligel wan bicîh bînin da rewşa penaberan baştir bibe.”
Sebaret rêjeya pişkdariya hikûmeta Kurdistanê di vê pirojeya hevpişik de, parêzgerê Dihokê Temer Remezan got: “Em weku hikûmeta herêmê dê bi 4 milyon dolaran pişkdariyê di vê pirojeyê de bikin û berî nuke ev pare ji aliyê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bo qeyranên nav kampa Domîzê hatibû berdestkirin û herdu rêxirawên UNHCR û UNICEF ewe jî bi gujmeyê 6 milyon dolaran dê pişkdar bin.”




