26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herêma Kurdistanê û Russîya pêwendîyên xwe xurtir dikin

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma  Kurdistanê, bi amadebûna cihgirê xwe Îmad Ehmed, roja sêşemê li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê, digel Mîxayîl Bogdanov nûnerê taybetî yê serokê Rusiyaya federal ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û şandîya pê re civîyan.

Di civînê de ku, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî û Felah Mistefa berpirsê pêwendîyên derve yê hukûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe behsa giringiya pêwendîyên navbera herêma Kurdistanê û Rusiyaya federal kir û got:

Em gelek bi giringî li pêwendîyên xwe yên digel Rusiyaya federal dinêr in. Em di wê baweriyê de ne ku, ji bo pêşxistina wan têkeliyan derfetên minasib hene.

Serokê hukûmeta herêma kurdistanê got jî ku pêwendîyên navbera Kurdistan û Rusyayê pêwendîyên dêrîn û dîrokî ne û divê di qonaxên bên de sud ji wan peywendiyan bê wergirtin û got:

Deriyên herêma Kurdistanê bo kompnaiyên Rûssiya vekirîne û li gor qanûna veberhênanê a herêma Kurdistanê û ji bona berjewendiyên her du gelên dost, ew dikarin di warên cihê de beşdariyê di pirosesa avadankirin û geşkirina Kurdistanê de bikin.

Teşwêqkirina kompanî û berhemhênerên Rûssiya ku, li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin û çewaniya berfirehkirina hevkarî û hevahengiyê di navbera her du aliyan de di warên cihê de mijareke din a civînê bû.

Ji aliyê xwe ve Mîxayîl Bogdanov nûnerê taynetî yê serokê Rusiyaya federal bo karûbarên Riojhilata Navîn got ku hukûmeta Rûssiya jî bi çavekî taybet li pêwendîyên digel herêma Kurdistanê dinêre û qîmeteke taybet dide wan têkeliyan û Rusiya dixwaze pêwendîyên xwe bi herêma Kurdistanê re xurt û berfirehtir bike bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be û got:

Gel û hukûmeta Rûssiya hevsoziyeke mezin digel gelê Kurdistanê heye. Ew têkelî jî bo beriya niv qirnî vedigerin.
Bogdanov bi navê serokatiya Rusiyaya federal Nêçîrvan Barzanî bi fermê bo serdana Rusiyayê vexwand û serokê hukûmeta herêma  Kurdistanê jî ew dawetname qebûl kir.

Her di vê civînê de, kirîza siyasiya Îraqê û pirsên girêdayî herêma Kurdistanê û hukûmeta Bexdayê û çewaniya çareserkirina wan pirsan hat minaqeşe kirin. Di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd li ser helwesta hukûmeta Kurdistanê kir û got:
- Baştirîn rê ji bo çareserkirinma pirsên siyasî cîbicîkirina destûra Îraqê, cîbicîkirina rêkeftinên siyasî û misogerkirina hevbeşiya rasteqîne di pirosesa hukimdaiya welêt de ye.

Heyeta Rusiyaya federal ji cihgirê wezîrê enerjiyê û hijmareke berpirs û rayedarên wezareta derve û konsulxaneya Rûssiya li Hewlêrê pêkhatibû.

Nûçeyên têkildar