25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê sibê li Hewlêrê xwepêşandanekê li dijî PYDê li dar dixe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê wê sibê înê xwepêşandanekê li bajarê Hewlêrê li dijî girtin û nefîkirina xelkê ji Rojavayê Kurdistanê li dar bixe.

 

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek derxist û tê de bang li xelkê kir ku tevlî xwepêşandana wê bibin a ku biryar e sibê saet 5ê piştî nîvro li bajarê Hewlêrê were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku armanca xwepêşandanê “Aktîvkirina ENKSê û li dijî milmilaneya di navbera Kurdan xwe bi xwe de ye”.

 

Her li gor daxuyaniyê, di xwepêşandanê de wê çend druşm bên bilindkirin wek “Na ji bo siyaseta tekane û dûrxistinê, belê ji bo hevbeşiya rasteqîne”, “Divê hevpeymaniya opozîsyonê pêgirê rêkeftina ku ligel ENKSê îmze kiriye bibe” û “Şermezarkirina kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê”.

 

Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê di druşmeke xwe de dibêje ku “Armanca kiryarên PYDê ewe ku jiyana siyasî li navçeyên Kurdan bi daw’ were”. Wek amajeyekê ji bo derkirina çend serkirde û endamên Partiya Demokarat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ji Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên asayişê hatiye kirin.

 

Nûçeyên têkildar