26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hilbijartin dê li navçeyên di bin destê YPG de werin çêkirin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Parêzgarê Hesekê ragihand ku hilbijartinên serokomariya Sûriyê wê li herêmên di bin destê YPGê de werin çêkirin.

 

Li gor nûçeyeke di rojnameya el-Binaa ya Libnanî de hatiye weşandin, parêzgarê Hesekê Mihemed Zeaal el-Elî ragihand ku hilbijartinên serokomariya Sûriyê wê di roja 3yê meha bê de li parêzgeha Hesekê were lidarxistin.

Rojnameyê diyar kir ku parêzgarê Hesekê rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê spas kiriye ya ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatiye ragihand asps kir, “ji bo hevkariya wê di serkeftina hilbijartinan de”, ku niha li herêma Cizîrê reklam ji serokê Sûriyê yê niha Beşar Esed re tê kirin.

Li gor heman çavkaniyê, “wê hêzên YPG sindoqên hilbijartinan biparêzin û li parêzgeha Hesekê bi şêweyekî asayî hilbijartinên serokomariya Sûriyê birêve biçin”.

hilbijartinên serokomarî li Sûriyê roja 3ê Hizêranê birêve diçin.

 

Nûçeyên têkildar