Serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya Salih Mutleg kir

Duhî roja çarşem 01/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajêrê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Salih Mutleg cihgirê serokê wezîrên Iraqa fedral û serkirdeyê lîsta El-Iraqîye kir.
Di vê hevdîtinê de herdu alîyan bihevre rewşa sîyasîya îroyîya Iraqa fedral ji hemû alîyan ve gengeşe kirin, ku pêwîstî bi berdewambûn pêkol û xebatê li hemû astan de bo çareserkirineka bingehîn ji bo pirsên hatin hilpesartin.




