26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ber bi Fransa û Îtalyayê birêket

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hevaltiya şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdanekê ber bi Ewropayê ve birêket û biryar e serdana Fransa, Îtalya û Vatîkanê bike.

Îro çarşem 21/05/2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî hikûmî bi serdanekî berev Ewrupa birêket ku Fransa û Îtalya û Vatîkan li xwe digre.

Serok Barzanî li Fransa li gel birêz François Hollande Serok Komarê Fransa komdibê û li gel berpirsên mezinên wî welatî civînan li dar dixe.

Her li gor ajandaya vê serdanê, Serokê Herêma Kurdistanê serdana Vatîkanê dike li gel Papayê Pîrozê Vatîkan Fransîsê Yekem hevdîtinek ji bo behskirina pêvajoya siyasiya li navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê pêktîne. Paşê li Îtalya li gel berpirsên mezinên wî welatî komdibê.

Serok Barzanî li hevdîtin û kombûnên xwe de li gel berpirsên mezinên Fransa û Îtalya, bi awayeke giştî peywendiyên dû qoliyên di navbera Hewlêr û Parîs û Roma yê guftûgo dike.

Nûçeyên têkildar