Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Eyad Ellawî û Dr. Ehmed Çelebî kir

Duhî roja çarşem 01/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Dr. Eyad Ellawî Serokê Fraksiyona El-Iraqiye û sekreterê giştî yê Tevgera Tîfaqa Nîştimaniya Iraqê û Dr. Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Nîştimaniya Iraqê û Endamê Hevpeymaniya Nîştimanî û şanda li gel kir.
Di vê hevdîtinê de, di derbarê guhertin û tevgera siyasiya nîştimanî û kêşe û astengên ku rûbirûya pêvajoya siyasî û pêwendiya di navbera aliyê cûda cûdayên beşdarvanên kiyana siyasî dibê hate guftûgokirin.
Girîngiya çirkirina hewlan jî hate dupatkirin ku berev peydakirina çareseriyeke bingehîn ku hevkariya rasteqîne û karê hevbeşê birêvebirina welat da mîsoger bike ew jî li gor prensîpên destûr û peymanan û karnameyên pêşniyazkirî ku li rêya serekîne ji bo çareseriyeke guncawê kêşe û giriftan.




