25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS: Rêveberiyên PYDê û yasayên partiyan û hilbijartinan ne rewa ne

Çavkanî: KDP.info

Rojayayê Kurdistanê-KDP.info-Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi beyannamekê encama civîna xwe a dawî ragihand û têde yasayên partiyan û yasaya hilbijartinan a rêveberiyên xweser ên Rojava bi ne rewa dibîne.

Di beyannameya xwe de, ENKS teqez li ser parastina aştewayîya civakî di navbera hemû pêkhateyan kiriye û bi taybetî jî parastina yekrêziya Kurd û daxwaza vegerîna peymanên Hewlêrê û lihevhatinên ku di navbera aliyan de hebûn kiriye.

Her weha ENKS bal kişandiye ser rageşiyên li qada siyasî a Rojavayê Kurdistanê ku cihê nîgeraniya xelkê Kurdistanê û her weha rexne li kiryarên hêzên asayîşa Rojava derheqê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê girtiye û wan kiryaran li hemberî ENKS bi xwe dibîne.

Di beşekî din ya daxuyaniya xwe de ENKS rêveberiyên Rojava Kurdistanê yên hatine ragihandin û her weha yasaya partiyan û hilbijartinan ên li kantonan hatine derxistin ji bi ne rewa dibîne û ragihandiye ku xizmeta yekrêziya Kurd û berjewendiyên wê nake.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS di vê derbarê de banga diyaloga cidî li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê daku pirsgirêkên nakok gotûbêj bikin kiriye û her weha bo gihêştina çareseriyekê bo yekrêziya Kurd ku ji her demî pêwîstiya xwe heye û vê yekê weku destpêşxeriyekê ji aliyê xwe pêşkêşî EGRK dike.

ENKS di daxuyaniya xwe de paykota hilbijartinên serokomarê Sûriyê kir û tekez kir ku ew hilbijartin rêgire li pêşiya çareseriya aştiyane bo kirîza Sûriyê.

Nûçeyên têkildar