Fuad Husên: Lîjneya danustandina Herêma Kurdistanê ligel aliyên iraqî hat pêkanîn

Hewlêr-KDP.info-Fuad Husên, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku lîjneya Danustandina Herêma Kurdistanê li gel aliyên Iraqî hat pêkanîn, û tekez kir Dr. Roj Nurî Şawês wekî Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê hatin destnîşan kirin
Di derbarê pêkanîna Lîjneya Danustandina Herêma Kurdistanê li gel hêzên siyasiyên Iraqa Federal, îro çarşem 21/05/2014 birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyekî da ragihand ku piştî wan kombûnên birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel serkirdeyên partiyên Kurdistanî li 17/05/2014 biryar hatiye dayîn ji bo danustandina li gel hêzên siyasiyên Iraqa Federal lîjneyek bê pêkanîn.
Li gorî daxuyaniyê, her yek ji Dr. Roj Nurî Şawês wekî Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Celal Cewher wekî Nûnerê Tevgera Goran, Bilal Silêman Nûnerê Komela Îslamiya Kurdistanê û Dr. Kawa Mehmud Nûnerê Lîsta Hevpeymaniya Niştîmaniya Kurdistanê hatin destnîşan kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, tê çaverê kirin ku her yek ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê nûnerên xwe yên ji bo vê lîjneyê destnîşan bikin heta ku biryara pêkanînê




