26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balyozxaneya opozîsyona Sûriyê li Parîsê tê vekirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Serok Ferensa Firanswa pêşawaziya şandeyek ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê bi serokatiya Ehmed Asî El-Cerba û cîgerê wî Dr.Ebdilhekîm Beşar kir û ragihan ku dê balozxaneya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê li Parîsê bê vekirin.

Hollande got Gerek civaka navdewletî girîngiyê bêtir bide rewşa Sûriyê û bal kişand ser wê yekê ku dê balyozxaneya hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê li Parîsê bê vekirin lê ti hûrgilî li ser vê pirsê nedan.

Holland herwiha got ku Fransa wê hemû karînên xwe bike daku dosyeya Sûriyê bo dadgeha tawanan a navdewletî bê veguhestin.

Ji aliyê xwe ve jî el-Cerba got ku destjikarkişana şandiyê netewî û Erebî bo Sûriyê Elexzer Îbrahîmî dide xuyakirin ku proseya siyasî li Sûriyê ji ber kiryarên rejîmê têkçûye.

El-Cerba herwiha xwekandîdkirina Esed bo hilbijartinên Sûriyê weke komediya reş e û got ku wê hewl bidin ku vê pêkenokê bi piştgiriya dostên xwe bidawî bînin.

 

Nûçeyên têkildar