Berîtanya: Em dixwazin hevalbendekî baş bin ligel Herêma Kurdistanê
__2014_05_20_h18m19s13__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Wezareta derve ya Berîtanyayê ragihand ku Serdana Nêçîrvan Barzanî gelek girîng e û dibêje “Em dixwazin hevalbendekî baş bin ligel Herêma Kurdistanê.”
Malpera fermî ya Wezareta derve ya Berîtanyayê daxuyaniyek derbarê serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo Berîtanyayê weşand û ragehand ku di civîna navbera wezîrê derve yê Berîtanyayê û Serokwezîrê Kurdistanê de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtanyayê de, hilbijartinên meha derbasbûyî ya Iraqê û çend babetên din yên girêdayî bi rewşa mafên mirovan hatin nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku William Hauge kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye û gotiye gelek kêfxweşim ku di yekemîn serdana xwe ya fermî bo Berîtanyayê de li Londonê pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikim.
Ew serdana han mijarêke ku dibe li hember wê kêfxweş bin jiber ku ev serdana han nîşaneya peywendiyên baş û bihêze di navbera Kurdistan û Berîtanyayê de.
Hauge herwiha jiber ew destkeftên ku li Kurdistanê de hatine bidestxistin pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kiriye û eşkere kiriye ku Kurdistan her çend di nava devereke gelek aloz deye lêbelê xwedan rewşeke gelek arame.




