25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Şaredarê Londonê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê serdana Şaredariya Londonê kir û bi Şaredar re civiya.

 

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Berîtanyayê îro sêşemê 20/5/2014 Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û heyeta pê re li gel Şaredarê Londonê civiyan.

Di civînê de ku hijmareke Rayedarên navxweyî yên Londonê jî tê de amade bûn, Şaredarê Londonê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û ev serdana han bi derfeteke girîng bo bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtanyayê wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa derfetên karî û hêlbirînê li Kurdistanê de bo kompaniyên Berîtanî hate kirin û behsa kar û porjeyên ku ji aliyê kompaniyên Berîtanî ve li Kurdistanê de hatine cîhbicîhkirin hate kirin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Londonê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku xwestekeke bihêz ya hikûmeta Kurdistanê bo bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtanyayê de heye û bo bihêztir kirina peywendiyên han Şaredarê Londonê û heyeteke Rayedarên kerta taybet ya Berîtanyayê ji bo Hewlêrê davet kir daku ji nêz ve li ser wan derfetan ku dikarin tê de kar bikin lêkolînan bikin.

Nûçeyên têkildar