Nêçîrvan Barzanî bi 99 dengan wek serokwezîrê hikûmetê hat binav kirin

Hewlêr-KDP.info-Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi piraniya dengên parlamenteran, bi nav kirin.
Di civîna îro sêşema 20/5/2014 de ku saet 11 destpêkir, Nêçîrvan Barzanî bi 99 dengan wek serokwezîrê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat binavkirin. Bi tenê parlamenterê Tevgera Îsalmî Şiwan Qeladizeyî deng nedayê.
Qubad Talebanî jî bi 78 dengan wek cîgirê serokwezîr hat binavkirin. Dîsan Şiwan Qeladizeyî dengê nedayê û herwiha çend parlamenterên Tevgera Gorran û Yekgirtûya Îslamî jî deng nedanê.




