26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amed… Êrîşên ser hemwelatiyan û revandina xortan ji aliyê PKKê ve hat şermezar kirin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Li navçeya Licê ya ser bi Amedê ve hemwelatî ji bo şermezarkirina êrîşên PKKê ser xelkên sivîl û ravandina xortan ji aliyê çekdarên wê partiyê ve, xwepêşandanek encam dan û ew kiryarên PKKê şermezar kirin.

Piştî wê êrîşa PKKê ya li ser xelkên sivîl li navçeya licê ya ser bi bajarê Amedê ve û revandina xortan ji aliyên wê partiyê ve, nerazîbûn li seranserî Bakurê Kurdistanê çêbû û bo şermezarkirina wan kiryaran, li navçeya Licê û bajarê Batmanê jî xwepêşandanên girseyî hatin encam dan.

Kenala TRT belav kir ku di xwepêşandana Licê ya ku ji aliyê rêxrawa Mezlûm de hatibû organîz kirin, xwepêşenderan ji bilî şermezarkirina êrîşên PKKê ser xelkên sivîl, herwiha revandin û xapandina xortan û birna wan nav rêzên xwe, mehkûm kir.

Xwepêşenderan êrîşa roja borî ya çekdarên PKKê ser 2 hemwelatiyên birayên hev, li navçeya Licê, ku bi sedema wê 3 hemwelatî birîndar bûn, şermezar kirin û daxwaz kirin PKKê dev ji wan karan berde.

Ji aliyekî dî ve malbatên wan xort û gencan daxwaza vegerandina zarokên xwe kirin û ew siyaset û kiryarên PKKê şermezar kirin.

Nûçeyên têkildar