26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsekî Desteya Hemahengiya Sûrî: PYDê mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê bin pê dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Serokê şaxa dervey welat ya Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Xelef Dahud dilgiraniya xwe li himber binpêkirina mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYD ve anî ziman.

Xelef Dahud, di daxuyaniyekê de bo ajansa AKI ya Italî ragihand ku hin rêxistin amaje dikin ku li navçeyên Rêvebeviya Xwesriya Demokratî, ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê hatiye avakirin,hinek binpêkirin ji aliyê asayişê ve tên kirin, di nav wan binpêkirinan de jî girtina çalakvan û serkirdeyan ji partiyên Kurdî bi awayekî nerewa û avêtin li ser xaniyên hemwelatiyman bi awayekî neyasayî û dilgiranî û mixabiniya xwe ji van karan anî ziman.

Dahud daxwaz ji Rêveberiya Xweseriya Demokrataîk kir ku “Pêwîste rêz li rêkeftin û belgehên mafên mirovan bigire, yên ku di Girêbesta Civakî de soz dabû ku rêz li wan bigire û bêgirî wan bibe, herwiha demlidset girtiyên nêrînê serbest berde, eger hebin.”

Navhatî got ku pêwîste berpirsên wê rêveberê “Rêxistinên mafên mirovan vexwîne bo serdana deverên rêveberiyê bike, da çavekî li rewşa mafên mirovan tê de bide.”

Herwiha Berdevkê Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, şaxê derveyî welat, nerehetiya xwe ji zaniyariyên Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê derbarê çekdarkirina zarokan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PYD ye, anî ziman û got ku “Ev binpêkirineke tunde ji yasya navdewletî û yasaya mirovî ya navdewletî re”, herwiha daxwaza kir ku “Demlidest ev kar bên rawestanin û zarokan ji vê hêzên dûrbixin.”

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku YPGê û asayişa ku ser bi PYDê ve tên naskirin, êdî mafên mirovan li navçeyên di bin kontrola xwe de binpê nekin.

Di daxuyaniya wê rêxistinê de hatiye gotin ku YPG û asayişê di çend roj û heftiyên borî de çend çalakvanên Kurd û serkirdeyên partiyên Kurdî girtine, hinek ji wan hatine berdan û yên din heta niha girtî ne.

Rewangeha Sûriyê, YPG û asayiş bi wê yekê tometbar kir ku kesên temenê wan di bin 18 salan re ye tevlî refên xwe dike.

Nûçeyên têkildar