25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Hilbijartinan ya PDKê: Em ji encaman nerazîne û dê sikala tomar bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand ku li gor wan amarên ku ji formên destpêkê yên wêstgehên dengdanê bi dest ketine, PDKê pêşbîniya kursiyên zêdetir dikir, “Em ji encaman ne razîne û dê sikala tomar bikin”.

 

Xesro Goran, berpirsê Dezgeha Hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragihand: “Em ji wan encamanên ku îro hatin ragihandin nerazîne û me pêşbînî dikir ku dengên zêdetir bi dest bînin bi taybetî li Neynewa û Hewlêrê û herwiha me pêşbînî dikir ku li Diyala jî kursiyekî bi dest bixin, lê wisa derneket, lewra têbîniyên me hene û emê sikalayan tomar bikin.”

Derbarê pêşbîniyên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo kursiyê encûmena nûnerên Iraqê, Xesro Goran got: “Me pêşbîniya 28 kursiyan dikir, lê yên ku îro hatin ragihandin 25 kursî ne.”

Herwiha berpirsê Dezgeha Hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) got: “Hemû aliyek dikare gazin û giliyên xwe bikin, em daxwaza hûrityan dikin, eger bawerya me bi wan hûrityan hat em ê pê papendbin, û berevajî emê li komisyonê gilî bikin.”

Xesro Goran got: “Li gor wan amarên ku ji formên destpêkê yên wêstgehên dengdanê bi dest ketine, me pêşbînî dikir ku li Hewlêrê 8 kursiyan bi dest bixin, lê hat ragihandin ku PDKê tenê 7 kursî bi dest xistine, lewra em daxwaz dikin ku berawerdek di navbera wan formên ku çûne Bexdayê û ew formên ku li bingehên dengdana roja cudahkirinê hatin tomar kirin.”

Nûçeyên têkildar