25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Beşar Emîn: PYDê dixwaze em biçin jêr deselata rejîmê û senduqên dengdana bînin navçeyên Kurdan

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Beşar Emîn, endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku PYDê bi wan kiryarên xwe dixwaze me jî bixe jêr deselata rejîmê û em jî wek wan piştgîriyê li Beşar Esed bikin, herwiha tekez kir ku PYDê dixwaze sinduqên dengdanên hibijartina Beşar Esed bîne navçeyên Kurdan.

Beşar Emîn, ew endamê PDK-Sê yê ku perî çend rojan ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibû nefîkirin bo Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku çedarên PYDê ez girtim û min bo Herêma Kurdistanê nefîkirin, li şûna ku vê pirsgirêkê çareser bikin, 5 endamên din yên partiya me bin çav kirin û bo Herêma Kurdistanê nefîkirin, ji bilî wan jî, heta niha li Rojavayê Kurdistanê jî nêzîkî 10 endamên din girtine.”

Beşar Emîn diyr kir: “ Ji wan 5 kesên ku bo Herêma Kurdistanê hatine nefîkirin, 2 endamê polîtbîroya PDK-S ne û 3 jî endamên komîteya navendî ne.”

Wî endamêpolîtbîroyaPartiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê got: “PYDê dixwaze me têxe bin destê xwe û em piştgîriya Kantonên wan bikin, herwiha dixwazin xelkê bi wan kiryaran mijul bikin, ji ber ku xelk nerazîye sendoqên dengdanê bo hilbijartina Beşar Esed li navçeyên Kurdan bên danîn û dixwazin bi wê rêyan alîkariya rejîma Esed bikin û hilbijartin li navçeyên Kurdan jî bên encam dan, lê me her ji destpêkê de digot, em bi tu awayî ne ligel hilbijartinane û em rê nadin sinduq bên navçeyên Kurdan.”

Beşar Emîn tekez kir: “Belê PYDê rê neda sekreterê partiya me Siûd Mela vegere Rojavayê Kurdistanê, lê her çawa be, dê Mela di çend rojên bê de vegere bi armanca berdewam bûn di xebata siyasî û medenî ya PDK-S.”

Nûçeyên têkildar