26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Tayfur: Li Iraqê çareserî sîstema konfederale

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Cîgirê serokê Encûmena Nûneran daxwaz kir ku pêwsîte destur li gorî sîstema konfederal bête sererast kirin ji ber ku çareserî li Iraqê di avakirina sîstema konfederalî ye.

Arêf Tayfur, Cîgirê serokê Encûmena Nûneran di beyannameyekê de ku wêneyek ji KDP.info re hat şandin, diyar kir ku sîstema Konfderal mafeke rewa ya gelê Kurd e, yê ku bi salan rastî stemkariya rêjîma navendî û kirêt ê Baas û rejîmên li Iraq deshilatdabûn, û got ku mixabin ji 2003 an ve tu pêşketinek pêk nehatiye û hêja pirsgirêk di navbera Bexdad û Hewlêrê de berdewamin.

Tayfur da xuya kirin ku li ser qada siyasetê pêwistî bi guhartinan heye, û divê encumena nûneran a bê li gorî dayendeyên li ser qadê hey kar bike, em vaxwazin kêm û kurtiyên berê dîsa dubare bibin, divê desthilatî ji aliyê yek kesî neyê birêvebirin ji ber ku ev yek rê li ber sîstemên dîktetor vedike, lê ji aliyekî din ve sîstema konfederal hîmên demokrasiya resen kûr dike û rê li ber aloziyan digre.

Her wiha Tayfur da xuya kirin ku li Iraqê gelekî girînge ku konfederalîzm bête cîbicî kirin, ji ber ku ew sîstema yekîtiyê ye di navbera dewletên desthilatdar de.

Cîgirê serokê Encûmena Nûneran wekî din bal kişand ser bi girîngiya çareserkirina pirsgirên navxwey û diyarkirina neqşeriya siyasî, li gorî pirensîpa rêkeftin û jiyana aştiyane. Tayfur tekez kir ku sîstema konfederal rê nade perçebûnan, lê hêrsa çaksazkirin û pêşvebirina dewletê gur dike, hastên aramiyê û endambûnê ligel hemû pêkhateyan pêş dixîne.

 

Nûçeyên têkildar