Kurdistan dibe yek ji mezintirîn depoyên petrolê yên cîhanê

Ajans-KDP.info-Kompaniya HKN Energy a Emerîkî ragehand ku li parêzgeha Dihokê kêlgeheke din ya petrolê hatiye dîtin û tê pêşbînî kirin ku Herêma Kurdistanê bibe yek ji mezintirîn depoyên petrolê li cîhanê.
Li gorî raporta Rojnameya Dallas News, rêveber Kompaniya HKN Energy Roz Bert diyar kiriye ku serkeftineke nû di bazirganiya petrola Herêma Kurdistanê de bidest xistine û got: ‘‘Li Herêma Kurdistanê dîtina kêlgehên petrolê berdewam e û tê çaverêkirin ku Kurdistan bibe yek ji mezintirîn depoyên petrolê yên cîhanê.
Kompaniya HKN Energy ku yek ji şaxê Kompaniya Hillwood International Energy e, ji sala 2003’ê ve li ser petrola Herêma Kurdistanê lêkolînan dike û di plana şirketa navbirî de heye dawiyê meha gulanê dest bi karê derxistina petrolê bike, ku di rojekê de tê pêşbînî kirin 25 hezar bermîl petrol derxîne.




