Şepêla paşeroj li dijî PYDê xwepêşanda encam da

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Şepêla Paşeroj a Kurd li Sûriyê rêxistina Ewripayê meşek nerazîbûnê li Berlînê li dijî kiryarên PYDê li dar xist.
Doh roja yekşema 18/5/2014 Şepêla Paşeroj a Kurd li Sûriyê rêxistina Ewripayê li paytexta Elmanyayê Berlîna meşek nerazîbûnê li dijî kiruarên PYDê lidarxist li pêşiya bargeha Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê.
Ev meş hate lidarxistin li dijî kiryarên PartiyaYekîtiya Demoqratîk PYDê yên ku li Rojavayê Kurdistanê pêktîne li dijî hemwelatiyên sivîl û endamên rêxistinên siyasî û rojnamevanan.
Herwiha doh jî çekdarên (PYD), avêtin ser ofîsa (PDK-S)ê li bajarokê Dirbêsiyê û armeya ku nav û logoya wê li ser bû, anîn xwar.
Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), avêtin ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S)ê li Dirbêsiyê û armeya ku nav û logoya wê li ser bû, bi darê zorê anîn xwar.
Berya niha jî li bajarokê Girkê legê armeya ofîsa (PDK-S)ê heman çekdaran anîn xwarê bi mehneya ku partiya PDK-Sê bê molet kar dike û divê ji bajarê Amûdê werbigre.




