26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komeleya Îslamî: Hemû alî li ser mijara encamdana referandûmê hevdeng bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Endamekî Polîtbîroya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê diyar kir ku mijara encamdana referandûma giştî di civîna doh de, tenê wek nerînekê bû behsa wê hat kirin û tu dem jê re nehatin diyar kirin.

 

Bîlal Silêman, endamê Polîtbîroya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û yek ji amadebûyên nav civîna Serok Barzanî bi serkirdeyên partiyên Kurdistanî re, ji KDP.info re ragihand: “Ew referandûma ku behsa wê hat kirin dê bê encamp dan bo diyar bibe ku xelkên Kurdistanê çi dixwazin, gelo dixwazin di nav Iraqê de bimînin yan dewleta serbixwe yan jî konfidraliyê rabighînin, ev yek jî jibo diyar be ka xelk çi dixwazin di pêşerojê de ji wan re cîhbicîh bibe.”

Ew endamê Polîtbîroya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê herwiha got jî: “Di civîna doh de hemû alî li ser mijara encamdana referandûmê hevdeng bûn û pêwîste ew referendûm ji aliyê Komisyona Herêma Kurdistanê bê encamdan, ji ber ku zehmete Komisyona Iraqê vî karî bike.”

Herwiha Bîlal Silêman tekez kir: “Vê carê referendûm tenê bîroke û nêrîneke û tu demek ji bo encamdana wê nehatiye diyar kirin.”

Nûçeyên têkildar