Nocêfî hêvî xwest ku bi hevkariya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê rewşa ewlekariya Mûsilê baş bibe

Hewlêr-KDP.info-Esîl Nocêfî Parêzgarê Mûsilê di civînekê de ligel Mesrûr Barzanî Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê de Hêvî xwest ku bi hevkariya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê bikaribin pêşiya teror û ev egerên ku hewl bo belav kirina teror û xofê li Mûsilê didin bigirin û rewşa ewlekariya Mûsilê jî weke ya Kurdistanê baş bikin
Îro yekşema 18/5/2014 Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Mûsilê Esîl Nocêfî û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de her du alî rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û parêzgeha Mûsilê giftûgo kirin û bi minasebeta serkeftina lîsteya Mutehêdûn di hilbijartinên Parlementoya Îraqê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Esîl Nocêfî kir û hêv xwest ku prosesa siyasiya Îraqê bikeve ser rêya rastîn û rêz ji destûra bingehîn ya Îraqê re were girtin û tevahiya pêkhateyên Îraqê bikaribin weke beşdar û hevparên rastîn yên prosesa siyasiya welat beşdariya birêvebirina karûbarên welat bikin û dawî bi siyaseta navendî û tekrewane were.
Di berdewamiya hevdîtina han de Nocêfî behsa rewşa ewlekariya Mûsilê kir û got: “Hêvî dikim bi hevkariya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê bikaribin pêşiya teror û ev egerên ku hewl bo belav kirina teror û xofê li Mûsilê didin bigirin û rewşa ewlekariya Mûsilê jî weke ya Kurdistanê baş bikin.”
Li hember de Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê jî amade bûna dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê ya bo bihêztir kirina dezgehên ewlekarî yên Mûsilê diyar kir û hêvî xwest ku bilez bi hevkarî û têkoşîna tevahiya aliyan rewşa ewlekariya Mûsil û tevahiya deverên din yên Îraqê baştir bibe daku derfet bo jiyaneke baştir û bextewer bo welatiyan were afirandin.




