26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Eyad Elawî pêşhatên siyasî yên Iraqê guftûgokirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê û Eyad Elawî Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên Iraqê guftûgokirin herwiha derencamên hilbijartinan û bandora wan ya li ser nexşeya siyasiya Iraqê axaftin.

 

Îro yekşem 18.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê (El Qaime El Wataniye) û şandekî li gel kir ku ji çend serkirdeyekî li nav Lîsta Niştîmaniya Iraqê pêkhatibûn.

 

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê guftûgokirin û her wiha di derbarê proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û derencamên wê hilbijartinê û bandora wê ya li paşarojê de li ser nexşeya siyasiya Iraqê axaftin.

 

Her li vê hevdîtinê de ji bilî behskirina mijarên cûr bi cûrên qeyrana siyasiya Iraqê ya li niha û çend salên derbasbûyî, her dû alî li ser ewe hevre bûn ku hilbijartin û derencamên wê derfetekî gelek baş bi gelên Iraqê û aliyên siyasiyan dide ku kar ji bo rastkirina proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina giriftan bikin.

Nûçeyên têkildar