26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

PKKê 9 karker ji navçeya Şirnexê revandin

Çavkanî: KDP.info

Şirnex-KDP.info-Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê, 9 karker ji navçeya Şirnexê revandin, ku wan karkeran navendeke leşkerî bi perê xwe ava dikirin.

Fermandarê hêza 4 ya leşkerê Tirkiyê li gundê Gormeç ragihand: “Şevê din, çarşema 14/5/2014 piştî vegerandina karkerên ku navendeke leşkerî nû ava dikirin, ji karê xwe, endamên PKKê rê li wan girtin û 9 karker bin çav kirin.”

Di vê barê de malpera Xeber Cînîz belav kiriye ku fermandarê hêza  amaje bi wê bûyerê kiriye ku nîvê şevê piştî girtina wan, ew karker birin cihekî nediyar.

Sibeha îro pêncşemê hêzên leşkerî bi alîkariya helîkopteran û hêza esman ji bo dîtin û rizgarkirina wan karkeran dest bi helmeteka gerandinê li wê navçeyê kirin.

Nûçeyên têkildar