Li kampa Domîz û Kewregosikê xwepêşandan li dijî kirdarên PYDê hat li dar xistin

Hewlêr-KDP.info-Li herdû kampên Kewregosik û Domîzê yên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê xwepêşandan li dijî kirdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê hat li dar xistin.
Doh şemiya 17/5/2014, penaberên Kampa Domîzê ya nêzîkî bajarê Dihokê xwepêşandanek li dar xistin û nêzîkî 5 hezar derketin ser piyan û hemwelatî dilgiraniya xwe destnîşan kirin derbarê bûyerên ku li Rojava diqwimin yên ku PYDê û hevalbendên xwe li dijî hemwelatiyên sivîl û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê encam didin.
Ne tenê li kampa Domîzê xwepêşandan li dar ket, lê belê li xelkê Kampa Kewregosikê jî ya nêzîkî bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve xwepêşandanek li dar xistin û nerazîbûna xwe anîn ziman derbarê kirdarên ku çekdarên PYDê pêktîne li dijî çalakvan û siyasetmedaran û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê PDK-S li Rojavayê Kurdistanê.
Herwiha herdu xwepêşandan bi sirûda netewî Ey reqîb destpê kir û gelek siloganên li dijî PYDê û daxwaza yekîtî û yekrêziya kurdan hatin bilind kirin.
Hêjayî gotinê ye ku pişî damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, kampanyayek ya girtin û nefîkirina serkirde û endamên PDK-S bo Herêma Kurdistanê hatiye dest pê kirin û herî dawî doh asayişa PYDê 3 serkirde û 4 endamên wê partiyê bo Herêma Kurdistanê nefîkirin.




